Serokwezîrê Tirkiyê: Amerîka nerm bûye
Bînalî Yildirim got ku helwesta Amerîkayê li piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê bi awayek erênî hatiye guhertin û niha dest bi tevgerê kirine.
Yildirim daxuyand ku dê Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden jî serdana Tirkiyê bike.
Derbarê operasyonên li pişt darbeyê jî Serokwezîrê Tirkiyê got:
“Zehmet e ku mirov wan kesên ku raste rast li gel rêxistina Gûlen pêwendîdar in û yên ne pêwendîdar ji hev cûda bike. Toreke van a ragihandinê heye. 50 hezar kes in. Ji bo em wan ji hev cûda bikin, bi hestyarî kar dikin.”
Bînalî Yildirim got ku di nava tevahî saziyên siyasî û leşkerî de ji bo diyarkirina kesên endam û alîgirên vê rêxistinê, kar dikin.
Rudaw
