Japonya 288 milyon dolar pare ji bo piroseyên Kurdistanê cuda kir
Biryarderê lijneya darayî Ehmedê Hecî Reşîd ji BasNewsê re ragehand, hikûmeta Japonya ji sala 2003ê ve dixwaze hin piroseyan bi deyn bi cîhbike û alîkariya Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.
Li gor gotinên Ehmedê Hecî Reşîd piştî têkçûna rejîma Beas a Iraqê, Japonuyayê pênc milyar û 671 milyon dolar pare ji bo piroseyên Iraqê cuda kiriye û beşa Herêma Kurdistanê di nav wî pareyî de 923 milyon dolare û pare jî bi mercê pêkanîna piroseyê tê dayîn.
Wî parlamenterî amaje bi vê jî kir, ku berî naha beşek ji pareyê bo Kurdistanê hatiye cudakirin hatiye xerc kirin û biryare 288 milyon dolarê din jî îsal bê xerc kirin.
Ehmedê Hecî Reşîd diyar kir, piroseya deyn dayînê ji ber pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çar mehe hatiye paşxistin û piştre biryar hatiye dayîn ku ew pare ji Herêma Kurdistanê re bê dayîn.
Basnews
