• Sunday, 22 February 2026
logo

Jagland: Tirkiye dibe rêya xwe ji Ewropayê veqetîne

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Jagland: Tirkiye dibe rêya xwe ji Ewropayê veqetîne
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland di hevpeyvîna xwe ya kanala NRK a Norveçê de ragihand ji bo ku piştî hewldana derbeya leşkeri ya 15ê Tîrmehê Ewropayê piştgiriyeke zêde nîşanî Tirkiyeyê neda dibe Enqere rêya xwe ji Yekîtiya Ewropayê (YE) veqetîne.

Thorbjorn Jagland di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Piştî hewldana derbeya leşkeri mûxalefeta Tirkiyeyê jî gazindan dike ku ji Ewropayê piştgiriyeke baş nedîtine. Di êrişa Charlie Hebdo û yên din ku li Ewropayê bûn me got ev êriş li me teva hatiye kirin. Lê digel ku li Tirkiyeyê 250 kes hatin kuştin jî, tu kesî piştgiriya xwe nîşan neda. Mûxalefeta Tirkiyeyê jî div ê mijarê de piştgiriya dewletên Yekîtiya Ewropayê kêm dibine."

Basnews
Top