Hevpeymaniya hêzên Iraqê: Hikûmet çavê xwe li tewanên dijî kurdan tê kirin digre
Îro 13.08.2016ê hevpeymaniya hêzên Iraqê, ku ji çend partî û aliyên sunne yên Iraqê pêkhatiye, beyanameyekî derxistin û di wê beyanameyê de ecêb mana xwe ya ji bo raporta wezareta derve ya Iraqê radigehînin, ku dibêje azadiya ramanê û olê li Iraqê heye.
Ew hêzên sunne di beyanameya xwe de behs dikin ku, wezareta derve ya Iraqê di raporta xwe de, tenê amaje bi tewanên rêxistina terorîst a DAIŞê kirine ku li dijî şîe yan û mesîhiyan ew tewan pêkhatiye, lê tewanên DAIŞê yên li dijî gelê kurd, sunne û kêmnetewên din çavê xwe jê re girtine û ji nedîtîve hatine.’’
Hevpeymaniya hêzên sunne radigehîne, ku DAIŞê ne li ser tu mezhebekiye û em hêvîdarin wezareta derve ya Iraqê amaje bi sunne bûna DAIŞê neke, ji ber tewanên DAIŞê hemû Iraq bê ku tu cudayiyê bike nav gel de pêkhatine.
Basnews
