• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS li Qamişlo civiya û PYD şermezar kir

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
ENKS li Qamişlo civiya û PYD şermezar kir
ENKS li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe li dar xist.

Roja înê 13ê Tebaxê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di civînê de ENKSê li ser belgeya Desteya Bilind a Danûstandinan gotûbêj kir.

Herwiha ENKS di civîna xwe ya roja înê de derbarê roja lidarxistina kongreya xwe ya dahatî de jî gengeşe kir û li gorî agahiyan, biryar bû di civînê de dema sazkirina kongreya xwe diyar bike.

Ji aliyekê din ve mijareke din a civîna ENKSê ya li Qamişlo taybet bi êrişên roja çarşemî li ser ofîsên partiyên endamên xwe li bajarên Rojavayê Kurdistanê bû.

Derbarê wan êrişan de, Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê bi tundî nerazîbpna xwe nîşan da û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek berpirsyar nîşan da.

Rudaw
Top