• Sunday, 22 February 2026
logo

Gulen: Bi mercekê ezê vegerim Tirkiyê!

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
Gulen: Bi mercekê ezê vegerim Tirkiyê!
Rêberê Tevgera Xizmetê Fethullah Gulen mercê xwe yê vegera bo Tirkiyê aşkere kir.

Fethullah Gulen ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve bi wê yekê tê tohmetbarkirin, ku li pişt hewla sernekevtî ya darbeya 15ê Tîrmehê ye, nivîsek bo rojnameya Le Monde ya Fransî nivîsand.

Di vê nivîsa xwe de Gulen daxwaza pêkanîna komîteyeke navdewletî ya lêkolînê bo lidûvçûn û encamdana lêkolînan derbarê hewla darbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê de kir.

Gulen herwiha got: “Bila ji dehan tohmetên derheqê min de tenê 1 bê îsbatkirin, ez sond dixwim ku ezê vegerim Tirkiyê.”

Ji aliyekê din ve, Hikûmeta Tirkiyê bo vegerandina Fethullah Gulen bi îdareya Amerîka re di pêwendiyê de ye û rayedarên Tirkiyê bo wê yekê serdana Washingtonê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî îro di daxuyaniyekê de ragihand, şandina belge û dokyumentan bo Amerîka ji bo vegerandina Gulen berdewam e.

Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Edenê jî biryara destdanîna ser mal û mulkê Gulen derxist.

Rudaw
Top