• Sunday, 22 February 2026
logo

Emerîka: Me hevahengîyek a baş li gel Kurdistanê heye

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
Emerîka: Me hevahengîyek a baş li gel Kurdistanê heye
Peyvdara Wezareta Derve ya Emrîkayê Êlîzabêt Trodo bersiva nûçegihana Kurdistan24ê da û ragihand, ji bo hemû pirsan hemahengîyeke wan a baş ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Ev hemahengî bi taybetî jî li ser pirsa penaberan e.

Trudo diyar kir ko Amrîka ji nêzîk ve haydar ê rewşa penabera ye. Li Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstyên penaberan li gel hikûmeta Kutdistanê berdewam kar dikin.

Trudo herwiha got raportekî wan a li ser azadiya olan û bi hevre jiyanê heye û di wê raportê de bi başî behsa rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

K24
Top