• Sunday, 22 February 2026
logo

Qubad Talebanî: YNKê berpirs û biryardare ne Gorran

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
Qubad Talebanî: YNKê berpirs û biryardare ne Gorran
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê daxwaza Tevgera Gorran (Gorran) jibo destjikatkêşana wî ji posta Cîgirê Serokwezîr raghand ku, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) berpirs û biryardare li ser tîma YNKê di hikûmetê de berdewam be yan na, ne Gorran.

Di daxuyaniyekê de nivîsgeha Qubad Talebanî eşkere kir ku, YNKê bi beşdariya xwe di hikûmetê de xwe berpirs dizane û di asta wê berpirsiyarê de ye jibo çareserkirina alozî û pirsgirêkan û xwe ji erkê xwe venadize.

Di daxuyaniyê de hatiye: “YNKê beşekî serekî ye ji kabîneya heştem, bi riya Qubad Talebanî, nûner û birîkarên xwe, berpirsiyaretiya vê qonaxê jî li hustê xwe digre, berdewame jî jibo çareserkirina pirsgirêkan, man û nemana YNKê jî di nav hikûmetê de ne karê Gorran e.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî kir: “Em dizanin ev nûçe nerastin jî, lêbelê kesên dixwazin van nûçeyan belav bikin, ermancên wan yên têkçûyî jî hene.”

Ev yek di demekê de ye ku, hatibp balavkirin ku, Gorran daxwaz ji YNKê kiriye ku ji hikûmetê vekşe wek fişarekê li ser PDKê.

Basnews
Top