Demirtaş bi tundî êrîşê dibe ser CHPê û MHPê
Demirtaş di gotarekê de jibo parlementarên partiya xwe li parlemena Tirkiyê got: “CHPê û MHPê di hilbijartinên 2014 de li ser daxwaza Fethullah Gulen Îhsanoglo kandîdî serokatiya Tirkiyê kiribûn.”
Dermirtaş got: “Bila werin jibo raya giştî li Tirkiyê eşkere bikin, çima di şev û rojekê de wan bîr li Îhsanoglo kir jibo bibe kandîdê wan jibo posta serokatiya Tirkiyê.”
Beramberî vê yekê, Îhasanoglo gotinên Demirtaş bi nerast wesifkirin û got ku, bi ti şêweyî kesekî sêeym tinbû jibo hilbijartina wî, lêbelê Serokên MHPê û CHPê biryar li ser vê yekê dan.
Herwiha behsa wê yekê kir, hindek dixwazin kandîdkirina wî bo serokatiyê Tirkiyê sivik bikin û tuhmetan pêve girêdin, lêbelê raya giştî li Tirkiyê dizane bê ez çawa bûme kandîd.
Basnews
