Trump: Obama DAIŞ damezrand
Namzedê Partiya komariyan yê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Donald Trump li eyaleta Floridayê mitîngek lidar xist.
Donald Trump Serokê Amerîkayê Barack Obama û namzeda Partiya Demokrat a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Hllary Clinton bi tundî rexne kir û wiha got: Obama DAIŞ damezrand û alîkara wî jî Clinton bş.”
Trump wiha domand: “Damezrênerê DAIŞê ew e. Obama DAIŞ ava kir. Mixabin Hillary Clinton a şikestî jî bû alîkarê wî.”
Namzedê Partiya Komarî namzeda Demokratan Hillary Clinton kir hedefa û got: “Kesên DAIŞ damezrandî bila xelat bidin wezîra derve ya berê.”
Rudaw
