• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan: PYD ji me bihîstin

Gulan Media August 11, 2016 Nûçe
Erdogan: PYD ji me bihîstin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Rûsyayê de got, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin hebûna ofîsê ji wî bihîst.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema ji Rûsyayê vegeriya di fikoyê de ji rojnamevanan re behsa naveroka civîna bi Vladimir Pûtin re kir.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir wan behsa hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê kir û Rûsyayê piştigirî daye Tirkiye û wiha domand:

“Jixwe roja piştî hewldana darbeyê bi telefonê li min geriyabû. Ez bawerim wê demê behest bû.”

Erdogan amaje kir ku wî ofîsa PYDê ya li Moskowê jî aniyê rojevê.

Serokomarê Tirkiyê anî ziman Pûtin hebûna ofîsa PYDê ji bihîst û wiha pê de çû:

“Me Ofîsa Moskowê anî rojevê. Wan got peywendiyê wê bi PYDê re nîne ew bi tenê Komeleyeke civakî ye. Birêz Pûtîn bi saya wê yekê agahdar bû. Li ba me wêne hebûn, me ew wêne dan wan. Gotin emê bişopînin.”

Rudaw
Top