HDP û PAKê êrişên li Mêrdîn û Amedê şermezar kirin
Lijneya Rêveber a Navenda HDPê li ser êrîşên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir.
Di daxuyaniya HDP de wiha hat gotin:
“Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê û li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên bombeyî pêk hatin û di van êrîşan de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em careke din dubare dikin ku li kîjan bajarî dibe bila be, li cihên ku welatiyên me lê dijîn û dixebitin pêkanîna êrîşên bi vî rengî em şaş dibînin û van êrîşan şermezar dikin."
HDPê herwiha bang li aliyên tekîldar kir ku bila xwîn êdî nerije û şer û pevçûn werin sekinandin û bo çareseriyê gav bêne avêtin.
Di berdewama daxuyaniyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan sersaxî û ji bo birîdaaran jî şife hat xwestin.
PAK: Êriş terorî ne!
Navenda Nûçeyan – PAKê êrişên li navçeya Qoserê û li Sûrê weke çalakiyên terorî li hemberî sivîlan bi nav kir.
PAKê jî derbarê êrişan de daxuyaniyeke nivîskî belav da û êriş şermezar kir.
Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:
“Ev êriş li ser navê kê û ji bo çi sedeme hatibin encamdan, yekser gelê Kurd kirine hedefa xwe û êrişên terorî ne.
Ev êriş dibin sedema zemîna aloziyan û gelê me jî neçar dine koçber bibe. Ev êriş ne tesedifî ne û em dîsa bang dikin bila gelêma ji xwe haydar be û dest ji şarezayiyê bernede.”
Li navçeya Sûra Amedê duh şev di encama êrişekê de ji yek malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û jê 5 polîs bi giştî 12 kes birîndar bibûn.
Li navçeya Qosrê ya Mêrdînê jî di emcama êrişeke bombeya de polîsek û 2 welatiyên sivêl canê xwe ji dest dabûn û 5 jê polîs bi temanî 20 kes birîndar bibûn.
Rudaw
