• Sunday, 22 February 2026
logo

Hevpeymaniya Malikî: Bila Barzanî ji referandom û serxwebûn poşman bibe!

Gulan Media August 10, 2016 Nûçe
Hevpeymaniya Malikî: Bila Barzanî ji referandom û serxwebûn poşman bibe!
Hevalbendiya Dewleta Qanûnê, ku ji çend partî û hêzên şîe yên iraqî pêk hatiye û serokê wê jî Nûrî Malikî ye, daxwaz ji Barzanî dike ji referandom û serxwebûna Kurdistanê “poşman” bibe!

Komek endam û rayedarên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine ji referandom û serxwebûna Kurdistanê poşman bibe û ji Iraqê cihê nebe.

Li ser vê yekê, rayedarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed ji BasNewsê re got, ewên ku vê yekê dibêjin mafên gelê Kurdistanê zeft kirin û kurd ji Iraqê bê par kirin vêca çawa dibêjin poşman bibin.

Mihemed Ehmed her wiha got, Iraqê piyê xwe daniye ser hemû rêkeftin û peymanekê vêca kurd dê çawa bikarin bi Iraqê re bimînin. Lewma neçar dimînin çareyek din ji xwe re bibînin. Êdî Iraqê kêrê wî nayê em lê vegerin.

Basnews
Top