• Sunday, 22 February 2026
logo

BEXDA - 24 zarok şewitîn!

Gulan Media August 10, 2016 Nûçe
BEXDA - 24 zarok şewitîn!
Li Bexdayê agir girte beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê û di encamê de 24 zarokên sebî jiyana xwe jidest dan.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dane bûye 24.

Wezareta Tendurustî ya Iraqê ragihand ku li beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê agir girtiye rawera zarokan û paşî tûpeka oksîjenê teqiye.

Di daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê de hatiye gotin ku hêzên berevaniya şaristanî, agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û agir kontrol kirine.

Li gor daxuyaniyê agir di beşa jinan de derketiye û ji wir gehiştiye cihê zarokan.

Çavkaniyên ewlekariyê diyar dikin ku dibe agir ji ber elektirîkê derketibe.

Welatiyên li ber avahiya nexweşxaneyê jî ku ji R3udawê re axivîn, ji ber bêxemiyê, rêveberiya naxweşxaneyê berpirs girtin.

Rudaw
Top