Dadgehê dosya Selîm Cibûrî daxist
Dadwer Ebdulsitar Beyreqdar, peyvdarê civata bilind ya dadwerî ya Îraqê di beyanameyekê da ragîhand: ew kesên sûç li dijî Selîm Cibûrî pêşkêş kirîn, belgeyên pêdvî pêşkêşî dadgehê nekirin, lew dosya sûçbarkirina navbirî hat daxistin.
Got jî: Selîm Cibûrî bê tawan hat nasandin û dosya sûçbarkirina wî ji alîyê wezîrê bergirîyê ve hat daxistin.
Rudaw
