• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Roja sêşem 09.08.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Rêkewt Heme Reşîd Kerîm Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronahî xiste li ser karubarê Wezareta Tendirustiyê ya her li destpêka dest bi karbûna wî ya wekî Wezîrê Tendirustiyê û heta niha û proje û kar û çalakiyên Wezareta xwe ji bo Serok Barzanî behs kir.

Li beşekî dinê civînê de Wezîrê Tendirustiyê, Serok Barzanî ji girift û kêşeyên Wezaretê agahdar kir û ji bo rûbirûbûna giriftan li kerta tendirustiyê û her wiha babeta hawirdekirin û dabeşkirina derman û keresteyên pizîşîkiyan û arîşeyê di derbarê derman û komek proje û pêşniyaran xisterû.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û destxweşiyê lê kir ku karên xwe bi başî bi cîh kiriye û di derbarê çareserkirina kêşeyan û bi cîhkirina pêşniyar û projeyan rênimayî û şîretên pêwîst da Wezîrê Tendirustiyê.

Top