• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêveberekî Yekgirtû: Kesên me yên berketî hene bo serokatiya parlamentoyê

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Rêveberekî Yekgirtû: Kesên me yên berketî hene bo serokatiya parlamentoyê
Derbarê egera dabeşkirina erkê serokatiya parlamentoya Kurdistanê de rêveberekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ser vê yekê daxuyanî da û diyar kir kesên me yên berketî hene ku bikarin wê erkê bigrin ser xwe.

Endamê encûmena rêveberiya polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi armanca çareserkirina vê rewşê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê amadeye rêkeftina siyasî bike û herwaha Yekgirtû xwedî endamên berketî ye li parlamentoyê bikare erkê serokatiya parlamentoyê birêve bibe.’’

Di beşekî din a axaftinên xwe de Bawemurad got: ‘’Di yekem gera destbikarbûna parlamentoya Kurdistanê de erkê biryara sekreterê parlamentoya Kurdistanê ji min re hatibû dayîn, lê piştre ji ber rêkeftina siyasî ew biryar hat rawestandin.’’

Basnews
Top