Çavdêrekî siyasî: Dibe ku Îran di şerê Mûsilê de PKKê jî bikar bîne!
Çavdêrê siyasî Niyaz Hacî li ser şerê azadkirina Mûsilê û hêzên ku dê tevlî wî şerî bibin, ji BasNewsê re got, Amerîka dixwaze pir zû operasyona azadkirina Mûsilê dest pê bike û dibe ku beriya meha Cotmeha îsal ew operasyon bê kirin.
Niyaz Hacî her wiha got, lê Îran dixwaze vê operasyonê gîro bike ji ber wê jî nakokî xistiye navbera serokê parlamentoya Iraqê û wezîrê Berevaniya Iraqê. Ji ber ku eger nakokî di nav sunniyan de hebe û astengî ji wezîrê Berevaniyê re bê derxistin wê çaxê operasyona Mûsilê gîro dibe.
Li gorî wî çavdêrê siyasî, bicîhbûna hêzên Amerîka li devea Geyare ya Mûsilê dê arîşeyan ji Heşda Şeibî re derxîne lewma îhtimala wê heye Îran, PKKê tevlî şerê Mûsilê bike û wê ji xwe re bikar bîne!
Basnews
