Trump dilê kurdan şikand
Abdullah Newrolî bi navê xelkê Helepçeyê û malbatên qurbaniyên kîmyebarana vî bajarî, nameyek ji Donald Trupm re şand û li hember daxuyaniyên wî yên derbarê dîktatorê berê yê Iraqê Saddam Husên de nîgeraniya xwe anî ziman.
Parêzgarê Helepçeyê di nameya xwe de got:
“Em dixwazin li bîra Trump bînin ku tenê roja 16ê Adara 1988ê, Saddam Husên li hember gelê me çekên kîmyewî bikaranî nû zêdetirê 5 hezar hemwelatiyên sivîl hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.”
Newrolî di beşekê din ê nameyê de amaje bi axaftinên Trump ên meha Tîrmehê kir ku di gotarên xwe de ji ber kiryarên wî destxweşiya Saddam kiribû û wiha nivîsî:
“Trump wan kesên ku ji aliyê Saddam Husên ve hatine kuştin weke terorîst binav dike. Lê di rastiyê de Saddan di heyama 30 salên desthiladariya xwe de bi sedan hezaran kesên sivîl kuştin. Weke mînak; di helmeta bi navê Enfalê ya li dijî Kurdan de, zêdetirê 180 hezar kes hatin kuştin.”
Di berdewama nameyê de wiha tê gotin:
“Cihê nîgeraniyê ye ku berbijêrê serokê “cîhana azad” daxuyaniyên wiha dide. Ev e di demekê de ye ku heta niha jî hejmarek zêde yê hemwelatiyên Helepçeyê, ji destê paşmayên êrîşa kîmyewî dinalin, hezarên din jî li hêviya eşkerebûna çarenivîsa ezîzên xwe ne.”
Di dawiya nameyê de Parêzgarê Helepçê ji Trump dixwaza ku daxwaza lêborînê ji xelkê Helepçê û qurbaniyên kîmyebaranê bike û dibêje ku ew hêvîdarin careke din daxuyaniyên wiha dubare nebin.
Rudaw
