• Sunday, 22 February 2026
logo

DAIŞê 6 caran êrîşê wê çepera Pêşmergeyan kir

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
DAIŞê 6 caran êrîşê wê çepera Pêşmergeyan kir
Çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrîşê çeperên pêşmergeyan kir, 2 xwekujan xwe teqandin lê rastê bersiva tund a pêşmergeyan hatin.

Li gundê Yermûk a Kerkûkê, Hêzên Pêşmerge bi awayek tund bersiv dane êrîşa çekdarên DAIŞê û pevçûn derket.

Efserê Lîwaya 134 a Hêzên Pêşmerge Mihemed Abdullah ji Rûdawê re ragihand ku DAIŞiyan ji du aliyan ve êrîşê çeperên pêşmergeyan kirine û got:

“Ji aliyekê ve du xwekujan xwestin xwe bigehînin nav sengerên pêşmergeyan, ji aliyê din ve jî hejmarek çekdaran dize kirin. Lê pêşmerge karîn zû pê bihesin û vê êrîşê bişkînin.”

Abdullah dazanîn ku di vê êrîşê de 2 jê xwekuj, 3 çekdarên DAIŞê hatine kuştin termê yek ji wan jî ketiye destê pêşmergeyan.

Gundê Yermûk li başûrê Kerkûkê weke çeperek stratejîk tê binav kirin. Berpirsên pêşmerge dibêjin di nav 6 meham de ev cara 6em e ku DAIŞ êrîşê vê deverê dike lê her care jî êrîşa wan bi encam dimîne.

Yek ji fermandarê pêşmerge li eniya başûrê Kerkûkê Kazim Elî jî ragihand ku çekdarên DAIŞê nikarin weke berî eşkere êrîşê pêşmerge bikin, lewma jî planên xwe guhertine.

Elî diyar kir ku ji ber nêzîkbûna operasyona Hewîce, beşek çekdarên DAIŞê direvin û xwe radestê Hêzên Pêşmerge dikin, hinek jî êrîşên xwekujî encam didin.

Rudaw
Top