• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê: Ti efserekî me teslîmî PKKê nebûye

Gulan Media August 9, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê: Ti efserekî me teslîmî PKKê nebûye
Artêşa Tirkiyê ragihand, ew nûçeyên ku dibêjin komek efserên wan reviyane Qendîlê û teslîmî PKKê bûne, derew in.

Duh medyaya Tirkiyê îdia kiribû ku 60 efser û fermandeyên artêşa Tirkiyê yên ku tevlî kûdetaya 15ê Tîrmehê bibûn, bi rêya deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re derbasî Qendîl bûne û teslîmî PKKê bûne.

Li ser vê yekê, artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê ew nûçe û îdia derewand û ragihand, ti efser û fermandeyên artêşê nereviyane Qendîlê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 216 efser, general û fermandeyên artêşê reviyane lê nayên zanîn xwe li kîj derê veşartine.

Basnews
Top