• Sunday, 22 February 2026
logo

Belgeyên mala Ebû Seyaf çi derbarê petrola DAIŞê de dibêjin?

Gulan Media August 8, 2016 Nûçe
Belgeyên mala Ebû Seyaf çi derbarê petrola DAIŞê de dibêjin?
Par bazara petrola Berpirsê Karûbarên Petrolê yê DAIŞê Ebû Seyaf germ bû. Wî bi ezmûneke kêm karîbû torekê ji bazirganan ji bo petrola li jêr kontrola DAIŞê dirust bike û bi vî rengî dahata petrola DAIŞê sê caran zêdetir bike.

Ebû Seyaf bi bazirganên petrolê re xwediyê çend pirsgirêkên hevbeş bû wek bilindkirina asta berhemanîna petrolê, baştirkirina pêwendiyên nûneratiyan û birêkxistina rêveberên din ên petrola DAIŞê. Çend berpirsiyariyên Ebû Seyaf ên din jî hebûn ku taybet bûn bi DAIŞê, wek jimêryarî û tevgera bi wan wêrankariyan re ku ji ber êrişên esmanî yên Amerîkayê digihîştin jêrxana petrolê.

Êrişên esmanî dahata DAIŞê kêm kirin lê ne miçiqandin

Belge Meha gulana par, hêzên taybet ên Amerîka di êrişeke nihênî de li Dêrezorê, Ebû Seyaf kuştin. Di dema êrişê de hevjîna Ebû Seyaf, Um Seyaf hat girtin û keçeke Kurd a êzîd jî hat rizgarkirin. Herwiha hejmareke zêde ya zanyariyan ku taybet bûn bi awayê bazirganiya petrolê ji aliyê DAIŞê ve hatin desteserkirin. Di wan zanyariyan de eşkere dibe DAIŞ çawa bû koma îslamî ya radîkal a herî dewlemend li cîhanê.

Belgeyên ku di mala Ebû Seyaf de hatin girtin, behsa wê yekê dikin DAIŞ bi çi şêweyê çalakiyên xwe yên petrolê birêve dibe, pêwendiyên navbera hikûmeta Sûriyê û DAIŞê çawa ne û tevgereke çawa li hember dosyeyên gendeliyê ji aliyê serkirdên DAIŞê ve tê kirin. Di beşekî din ê belgeyan de diyar dibe ku êrişên esmanî yên hevpeymaniya navneteweyî bi serkirdatiya Amerîkayê li ser dezgehên petrolê yên DAIŞê, dahata wê rêxistinê kêm kirine, lê ne miçiqandine.

Di hundirê 11 mehên borî de, Amerîka û hevpeymanên xwe bi sedan êrişên esmanî yên din li ser dezgehên petrolê yên DAIŞê pêk anîn. Li gor berpirsên amerîkî, ji sedî 30 ji jêrxana petrolê ya DAIŞê hatiye têkbirin. Lewra bac bûne çavkaniya sereke ya dahata DAIŞê.

Tevî ku êrişên hevpeymanan ziyaneke berçav gihandine sektora petrolê ya DAIŞê, lê firotina petrola vê komê li Iraq û Sûriyê her roj digihîje dora milyon dolarî. Wek du berpirsên petrola DAIŞê ji Wall Street Journalê re gotin, ew pêkhateya ku Ebû Seyaf ji bazirganiya petrola DAIŞê re danîbû, heta niha jî berdewam e, bi taybetî ew girêbestên ku bi hikûmeta Sûriyê re hatine îmzekirin.

Hevjîna wî iraqî bû

Li gor belgeyên ku di gulana 2015an de hatin bidestxistin, ji sedî 72 ji wan 289 milyon dolarên ku ji îlona 2014an heta sibata 2015an bi rêya çavkaniyên siruştî ketin destê DAIŞê, bi rêya beşê Ebû Seyaf bû.

Ebû Seyaf ku navê wî yê rasteqîn Fethî Bin Ewn el Murad e, di destpêka salên 80yî de li paytexta Tûnisê ji dayik bû. Piştî 2003an tevlî rêxistina el Qaîde bû ku wê çaxê armanca wê derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê û şikandina hikûmeta piraniya Şîe ya Iraqê bû. Di 2010an de jineke iraqî xwest ku malbata wê beşdarî şerê dijî Amerîkayê bûbû.

Dema xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di hezîrana 2014an de xelafet ragihand, DAIŞê zeviyên petrolê yên herî mezin li Sûriyê kontrol kiribûn. Tew Wezareta Petrolê jî damezrandibû ku navê wê “Dîwana Çavkaniyên Siruştî” ye. Wezîrê Petrola DAIŞê Hacî Hemîd, Ebû Seyaf wek berpirsê zeviyên petrolê yên Dêrezor û Hesekê destnîşan kir.

Ebû Seyaf toreke 152 kesî pêk anîbû ku hejmarekê ji wan li welatên erebî yên berhemhênerên petrolê di postên kargêrî yên petrolê de kar kiribûn û dûre tevlî DAIŞê bûbûn, wek siûdiyekî ku berpirsê mezintirîn zeviyên DAIŞê bû, iraqiyek ku beşê başkirina zeviyên petrolê di stûyê wî de bû, kesekî cezayîrî û tûnisyek jî wek berpirsê beşê pêşxistin û çalakiya rafîneran kar dikirin.

Baregeha Ebû Seyaf li zeviya el Omer li Dêrezorê bû ku berî şerê Sûriyê şîrketa “Royal Dutch Shell” karê derxistina petrolê tê de dikir.

“Ebû Seyaf kesekî tund û nehezkirî bû”

Kontrolkirina bîrên petrolê ji aliyê DAIŞê ve li Sûriyê kir ku edeta guhastina petrolê li vî welatî bi rêya borî û sîtêran biguhere û bibe bazirganiya petrolê bi rêya qaçaxçiyan. Ji bo tijekirina valahiya karker û şarezayên sektora petrolê, DAIŞê beşekî zêde ji karmendên kevin ên vê sektorê li Sûriyê damezrandin û meaşên baş jî dida wan. Du karkerên li ber destê Ebû Seyaf ji Wall Street Journalê re gotin, eger ezmûna kesekî hebûya, meaşekî baş ji DAIŞê werdigirt “Eger ew kes jimêryar bûya 160 dolar werdigirt, eger endazyarê petrolê jê bûya 400 dolar distand.” Wekî din meaşê herî bilind li ba DAIŞê 50 dolar e.

Îbrahîm kesekî 36 salî ye ku bi Ebû Seyaf re di sektora petrola DAIŞê de kar dikir. Îbrahîm dibêje Ebû Seyaf rêveberekî “tund û nehezkirî” bû. Lê çi kesê gilî lê bikira, gefa şandina wan bo Iraqê dikir.

Ebû Seyaf ne tenê berpirsê petrolê bû, lê di sala 2014an de erkê çavdêriya Kayla Muellerê jî pê hat spartin. Mueller ku wek xwebexş kar dikir, sala 2013an li nexweşxaneyeke nêzîkî Helebê hat revandin. Li gor hevjîna Ebû Seyaf, Ebû Bekir Bexdadî bi xwe destdirêjî kiribû ser Kaylayê.

Roja 19ê îlona 2014an di civîneke Encûmena Ewlekariyê ya NY de, girtina rê li ber bazirganiya petrola DAIŞê hat daxwazkirin. Piştî 5 rojan êrişa firokeyên amerîkî li ser rafînerên petrolê yên DAIŞê dest pê kir. Hinek êrişên esmanî yên dûre bîrên petrolê yên di bin destê DAIŞê de kirin armanc.

Şêniyên navçeyê ji DAIŞê nerazî bûn

Li gor belgeyan, Ebû Seyaf ferman daye wekîlê xwe yê siûdî Ebû Serah el Zehranî da bîrên petrolê baş bike. Di nameyan de, el Zehranî behsa ziyana 500 hezar dolarî dike, lê sozê dide Ebû Seyaf di dema 4-14 rojan de bîrên petrolê bide şuxulandin. Li gor raporta dahata 25ê cotmehê heta 23yê mijdarê, hewldanên Ebû Seyaf cihê xwe girtibûn. Dahata beşê Ebû Seyaf di wê demê de 40.7 milyon dolar bû ku ji sedî 59 li gor meha berê bilindtir bû.

Di dawiya 2014an de guşareke zêde li ser berpirsê tûnisî yê DAIŞê pêk hat. Şêniyên navçeyên di bin desthilata DAIŞê de ji ber bilindbûna bihayê sotemeniyê bêzar bûbûn. Lewra DAIŞê ferman da Ebû Seyaf da sînorekî ji bihayê sotemeniyê re deyne û ji bo tawîzkirina ziyanên darayî jî çareyekê di firotina petrolê de bibîne.

Di belgeyekê ji belgeyên ku di mala Ebû Seyaf de hatin dîtin, komîteya giştî ya desthilatdariya DAIŞê daxwaz dike baca ji sedî 10 li ser sûda bazirganan bê danîn. Di dokumenteke din de jî tê daxwazkirin hedekî destnîşankirî ji bihayê sotemeniyê li Parêzgeha Hesekê re bê danîn.

Di navbera Şam û DAIŞê de peyman hene

DAIŞê lêpirsîn jî bi Ebû Seyaf re kiribû. Wek di belgeyan de diyar dibe hinek şofêran gazin dikirin ku Ebû Seyaf û berpirsên petrola DAIŞê, guşareke zêde li ser wan pêk tînin û pereyan ji wan distînin. Lê dûre DAIŞê di raportekê de di meha sibata 2015an de red kirk u gendelî hatibe kirin û tohmetên li dijî Ebû Seyaf red kirin. Lê dema Ebû Seyaf nebû ji ber vê biryarê kêfxweşiyê nîşan bide, çimkî bihayê petrolê kêm bûbû û dahata petrola zeviyên di bin desthilata wî de ji sedî 24 daketibû.

Lewra jî diviyabû Ebû Seyaf û berpirsên petrola DAIŞê li çareseriyekê bigerin. Wek di belgeyeke 20ê sibata 2015an de derdikeve, ofîsa xezîneya DAIŞê daxwaz ji Ebû Seyaf kiribû çend tedbîran bigre da bala karsazên girêdayî hikûmeta Sûriyê bikşîne. Li gor belgeyê, berê jî çend peyman di navbera DAIŞê û Şamê de hebûn û DAIŞ rê dide borî û sîtêrên petrolê ji navçeyên di bin destê hikûmetê de di navçeyên di bin destê DAIŞê de derbas bibin.

Jiyan û desthilata Ebû Seyaf di 16ê gulana 2015an de bidawî hat. Wezareta Gencîneya Amerîkayê di îlona 2015an de Hacî Hemîd û piştî çar mehan el Zehranî xistin lîsta terorê. Di adara îsal de jî DAIŞê kesekî temen biçûk ê fransî bi navê “Ebû Mihemed el Fransî” wek rêveberê jimêryarî yê zeviyên petrolê yên DAIŞê li Sûriyê destnîşan kir.

Rudaw
Top