• Sunday, 22 February 2026
logo

Li nexweşxaneyeka Pakistanê teqîn; 30 kes mirin

Gulan Media August 8, 2016 Nûçe
Li nexweşxaneyeka Pakistanê teqîn; 30 kes mirin
Li bajarê Kuetta ya Pakîstanê di nexweşxaneyekê de teqînek rûda û di encamê de 30 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Pakîstanê eşkere kir ku roja 8ê Tebaxê danê sibê, li nexweşxaneya dewletê ya bajarê Kuetta ya herêma Belûcîstana Pakîstanê teqînek pêk hatiye û di encamê de 30 kes hatine kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Belûcîstanê Ekber Harîfal ragihand ku di dema teqînê de hejmarek zêde yê parêzer û rojnamevan ji bo hevxemiya li gel Serokê Sendîkaya Parêzerên Belûcîstanê, li nexweşxaneyê amade bûne.

Harîfal ev êrîş weke kêmasiyek mezin ê hêzên ewlekariyê binav kir û daxwaza lêkolînek lezgîn kir.

Serokê Sendîkaya Parêzerên Belûcîstanê di encama êrîşekê çekdarî de hatibû kuştin.

Polîsê Pakîstanê jî dazanîn ku piraniya qurbaniyan parêzer û rojnamevan in.

Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Rudaw
Top