Rojnameyeke Tirkiyê îdiayek sosret kir: 60 efserên tirk xwe avêtine ber bextê PKKê
Rojnameya bi navê “Sozcu”, ku rojnameyeke nijadperest e, îdiayek sosret kiriye û ragihandiye, 60 efser û fermandeyên artêşa Tirkiyê, yên ku tevlî kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal bibûn, xwe avêtine ber bextê PKKê.
Li gorî nûçeya wê rojnamê, ew efser û fermandeyên artêşa Tirkiyê bi rêya deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re derbasî bajarê Zaxo bûne û li wir jî rayedarên PKKê ew veguhestine Qendîlê.
Rojnameyê her wiha diyar kiriye ku ew nûçe ji aliyê MÎT û sererkaniya artêşê ve jî hatiye piştrastkirin.
Li gorî agahiyên rojnamey Sozcu, di nav wan efseran de 3 general jî hene.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Işik beriya niha gotibû, 288 efser, serbaz û fermandeyên artêşê yên ku tevlî kûdetayê bibûn, reviyane ku di nav wan de 9 general jî hene.
Heta niha PKKê li ser vê nûçeyê tiştek negotiye.
Basnews
