Hêrşek a Daişê hat têkşikandin
Hêriş a şev a burî bo ser çeper ên Pêşmerge li derdor a Kerkûkê, piştî şerrek û pêdadanek a dijwar, hêriş a Daişê hat têkşikandin û zîyanek a mezin ber çekdar ên Daişê kevt.
Rayîd Luqman fermandar ê fewc a 3 ya lîwa ya 134 a hêz a Pêşmerge, ragehand: Pêşmerge şîyan hêrişê têkbişkînin û zîyanek a mezin bigehînin çekdar ên Daişê û heya niha term ên dû çekdar ên wan li kax a şerr vemane û kevtîne di dest ê Pêşmege de.
Li gor zanyarîyan ew şerr gelek dijwar bûye û armanc a çekdar ên Daişê dû kozik ên serekî yên pêşmergeyan bûye, lê hêriş a wan hat têkişkandin û Pêşmerge jî bê zîyanin.
K24
