Operasyona Mezin - 2 kemberên bombekirî, xwekujek û 35 DAIŞî!
Rêveberatiya Giştî ya Asayişa Edeneyê di daxuyaniyekê de ragihand, bi beşdariya 500 karmendên Asayiş, Polîs û tîmên Antî-Terorî û bi tevlîbûna wesayitên zirêhpoş û helîkopterên leşkerî, operasyona bi ser de girtina 50 cihan hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonên de 35 endamên DAIŞê hatin girtin, ku di nav wan de kesekî xwekuj jî heye.
Rêveberiya Asayişa Edenê da xuyakirin, hêzên ewlehiyê di operasyonê de dest danîne ser 2 kemberên bombekirî û hejmarek çekên sivik û narincokan.
Her 35 kesên girtî bo nexweşxaneya pizîşkiya dadê hatin kirin û piştî wergirtina raporta tendirustiyê bo dezgeha Asayişê hatin veguhastin.
Roja înê ya borî jî li bajarê Edeneyê 20 kes bi tohmeta endambûna di rêxistina DAIŞê de hatin girtin û piştî lêkolînan hatin berdan, lê belê beşek ji wan di operasyona îro de cardin hatine girtin.
Rudaw
