• Sunday, 22 February 2026
logo

DIŞI di nava Mûsilê de jî lawaz û perçîşan dibe

Gulan Media August 7, 2016 Nûçe
DIŞI di nava Mûsilê de jî lawaz û perçîşan dibe
Fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, amaje bi vê dike ku DIŞI li bajarê Mûsilê têkçûnê jiyan dike û beşek ji wan li deşta Nînowa xwe paşde kêşane û rojane jî xelkekî zêde di bin destê DIŞIê direvin û tên xwe radestî Pêşmerge dikin.

Fermandarê hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê Hemîd Efendî ragehand ku di vê heyama dawiyê de zêdetirî 600 hemwelatiyan ji cîhên kontrola DIŞIê de revîn û xwe radestî hêzên Pêşmerge kirin.’’

Herwaha diyar kir: Li derdora Mûsilê DIŞIê kontrol winda kiriye. Ew xelkê ku di bin desthilatiya terorîstên DIŞIê de, di rewşekî pir xirab de ne û terorîstên DIŞIê bixwe jî di rewşekî pir xirap de ne û meneviyata wan nemaye. Li deşta Nînowayê direvin bo Sûriyê û nav bajarê Mûsilê. Vê yekê jî hêlaye ku rewşa bajarê Mûsilê pir xirab be.

Ew fermandarê hêzên Pêşmerge yê bereya Başîkê got: ‘’Ji ber êrîşên balefirên hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, piraniya emîr û berpirsên DIŞIê hatine kuştin. Herwaha piraniya çekdarên biyanî malbatên xwe vedugêhêzin bo Sûriyê. Ew jî rewşekî derûnî ya pir xirap ji bo DIŞIê derdixe holê. Ew çekdarên DIŞIê yên ku xelkê herêmê ne jî difikirin ka wê çi rêyekî bibînin ku xwe bigehînin û derbasî nav sînorên Pêşmerge bibin û xwe radest bikin.’’
Top