• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şanda hevbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Kevin civiya

Gulan Media August 7, 2016 Nûçe
Serok Barzanî li gel şanda hevbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Kevin civiya
Roja yekşem 07.08.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda havbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Kevin civiya ku ji berpirs û endamên her dû saziyê pêkhatibûn.

Li civînê de berpirs û endamên Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Kevin behsa kêşe û giriftan û rewşa xerapa jiyana Pêşmergeyên kevin kirin û daxwaz kirin Serok Barzanî xema wan bixwe û hesabekî taybet û dadperwerane ji bo xebat û keda Pêşmergeyên kevin bê kirin û rewşa jiyan wan bê baştir kirin.

Her li vê civînê de bi mebesta rêxistina mûçe û daxwaziyên wan behsa pêkhatina lîjneyekî taybet ya duvdadaçûn û bi cîhkirina biryaran kirin.

Li beşekî dinê civînê de şanda hevbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Kevin palpiştiya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Barzanî û çareserkirina qeyrana siyasî û asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ragihandin.

Li beranber da Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo xebat û ked û qurbanîdana Pêşmergeyên kevin derbirî û piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û mafên wan ragihand. Her wiha behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û çareserkirina qeyrana siyasî û her wiha paşaroja Kurdistanê û peywendiyên li gel Iraqê kir û ronahî jî xiste li ser hengavên serbixweyî û piyadekirina mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê.
Top