HDP: Pêwîst e li dijî derbeyê lihevkirinek hevpar çêbibe
Sakik got ku li wê şevê ew di destpêkê de bi Parêzgerê Agiriyê re pêwendî daniye û ligel wî li dijî derbeyê tevgeriyaye. Hevşaredarê Agiriyê diyar kir ko derbe xiyaneta herî mezin a li hemberî Tirkiyeyê ye. Pêwîst e li dijî derbeyê lihevkirinek hevpar çêbibe. Lewra ji derbeyan xisara herî mezin rêxistinên wan dîtiye. Lêbelê herçiqas
HDP ji şeva 15ê Tirmehê ve li dijî derbeyê derketibe jî hin alî bi şêweyek terorîstî êrîşên HDPyê dikin.
Di 15ê Tîrmeha borî de hewla kudetayekê li Tirkiyê hat kirin lê bi serneket.
K24
