• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Elmanya: Tirkiyê nabe endama YE!

Gulan Media August 7, 2016 Nûçe
Wezîrê Derve yê Elmanya: Tirkiyê nabe endama YE!
Wezîrê Derve yê Elamnya Frank Walter di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku, ez hewldanên rijd didim ku ji nêzîkve gotûbêjan li Tirkiyê bikim, ne ji dûr ve em nameyan ji hev re rêbikin, herwiha got: “Tirkiyê nabe endamê Yekîtiya Ewropa (YE)”.

Frank Walter di kongireyekî rojnamnevandî got: “Pêwendiyên Tirkiyê û Elmanya heta astekê gelekî xirabin, ev yek jî ziyanê dighîne herdu welatan, lewma bi rijdaî hewlididim ku ji nêzk ve û rasterast gotûbêjan ligel Tirkiyê bikim, tev ku ev yek zehmete jî.”

Di beşekî din ji axafrina xwe de got: “Tirkiyê dixwaze vîza YE ji ser welatiyên xwe ve rake, herwiha dixwaze bibe endam di YE, ev daxwazî jî pêwîstî gotûbêjên ji nêzîk ve ye.”

Got jî: “Bi nerîna min herdu daxwazên Tirkyê jî wê pêkneyên û Tirkiyê nabe endama YE.”

Navborî herwiha ragehand: “Berî çend salan Tirkiyê sizaya bidarvekirinê nehiştibû, lewma gotûbêj ligel wê dihatin kirin, heger niha Tirkiyê bixwaze careke din sizaya bidarvekirinê pêkbîne, wê demê Tirkiyê bi ti şêweyê nabe endama YE.”

Basnews
Top