• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Civata Başîk: Em daxwazê ji Barzanî dikin Başîk jî wek Şingalê rizgarbike

Gulan Media August 6, 2016 Nûçe
Serokê Civata Başîk: Em daxwazê ji Barzanî dikin Başîk jî wek Şingalê rizgarbike
Serokê Civata Nahiyeya Başîk Dasin Qewal Silêman ragehand ku, piştî derbasbûna 2 salan di ser dagîrkirina DAIŞê de ji Başîk û Behzanê re, hikûmeta Iraqê hîna yek care jî behsa rizgarkirina Başîk nekirye, “Ji xwe hikûmeta Iraqê ha ji rizgarkieina deverê nîne.”

Îro 6 Tebaxê du sal di ser dagîrkirina DAIŞê ji Başîk re derbasdibin, bi vê boneyê Dasin Qewal Silêman ji BasNews re ragehand:“Em daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku, plana rizgarkieina Başîk û Behzanê dane û bi xwe serperiştiya wê bike, wek qeza Şingalê, jiber çendî DAIŞê li Başîk û Behzanê bimîne ewqasî ziyan dighê malên welatiyan.”

Serokê Civata Nahiyeya Başîk got jî: “Çekdarên DAIŞê hemû dam û dezgehên hikûmî rûxandine, jibilî rûxandin mal û mulkên welatiyan, heger niha Başîk û Behzanê rizgar jî bibin, welatî nikarin di demek zûde vegerin.”

Herwiha got: “Ev du salin welatiyên Başîk û Behzanê di kampan rastî gelek nexweşiyên derûnî û çesetyî bûne û gelek ziyan giheştiye wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe hewldide ku alîkariya van koçberan bike, lêbelê Hikûmeta Iraqê yek pêngav jî jibo koçberan nekiriye.”

Basnews
Top