• Sunday, 22 February 2026
logo

Minbic hate kontrolkirin! (HAT NÛKIRIN)

Gulan Media August 6, 2016 Nûçe
Minbic hate kontrolkirin! (HAT NÛKIRIN)
Hate zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wan dike, piraniya navçeya Minbicê kontrol kirine.

Li gor agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, di nav çend kolênên navçeyê de pevçûn berdewam dikin.

Hate gotin ku di nav bajêr de hê jî dengên teqînan heye.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê jî ku navenda wê li Londonê ye, daxuyand ku şervanên HSDê tevahiya bajêr kontrolkirine û niha kolanan ji çekdarên cîhadî paqij dikin.

HSDê roja 31ê Gûlanê dest bi operasyona Minbicê kiribû.

Di operasyonê de hêzên hevpeymaniya navdewletî ya di pêşengiya Amerîkayê de jî ji hewa ve piştgiriyê dide operasyonê.

Ajansa Associated Press, derbarê têkçûna DAIŞê ya li Minbicê de ragihand ku piştî Girê Spî, mezintirîn darbeya li DAIŞê ketiye, ev operasyon e.

Çavkaniyên nêzîkê YPGê diyar dikin ku Minbic bi temamî nehatiye rizgarkirin lê mizgînî nêzîk e.

Bi kontrolkirina Minbicê re, rêya DAIŞê ya Ewropayê jî tê girtin.

Rudaw
Top