HDP bo “Mîtînga Demokrasiyê” nehat vexwansin
Tevî ku peyama her çar partiyên Parlementoya Tirkiyê derbarê hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîmehê de hevpar bû, lê HDP ji civîna Erdogan ya bi her sê partiyên din re jî hate dûrzistin.
Li ser ne vexwandinê, HDP dibêje ku, “Çave me di vexwandina mîtîngê û civîna koçkê de tune ye. Lê li gor şert û mercên ku hene, em nehatine vexwandin, derfetên aştiyê teng dibin.”
HDP dibêje, tiştê ku ji piştî kudetaya leşkerî tê dîtin, dirêje pêdana kudetê ye û ew nîmçeya domokrasiya ku li Tirkiyê dihate dîtin, ew jî nema.
K24
