• Sunday, 22 February 2026
logo

Şêwirmendê polîtburoya siyasî ya PDKê: Dervey serxwebûnê tu rêyekî din li pêş me nemaye

Gulan Media August 6, 2016 Nûçe
Şêwirmendê polîtburoya siyasî ya PDKê: Dervey serxwebûnê tu rêyekî din li pêş me nemaye
Şêwirmendê polîtburoya siyasî ya PDKê amaje bi vê dike ku, dervey helbijardeya serxwebûna Kurdistanê, tu bijardeyekî din li pêş kurd de ma heye? Ji ber vê pêwîste ku destpêşxeriya Barzanî ya ji bo rêkeftina partiyan divê giringiya wê bê zanîn.

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî îro 06.08.2016ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Barzanî di derbarê pêşeroja Kurdistanê de, di civîna berfireh a partiyan de gotinên xwe kirin û ji hemû partiyan re got wê pêşeroja Kurdistanê çibe û naha jî destpêşxeriyekê pêşdixe ku hemû aliyên siyasî kombike û pêwîste ew destpêşxerî giringiya wê bê zanîn.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Biryar dayîn derbarê çarenivîsa Kurdistanê de giringe. Ji ber pêşeroja Iraqê ne diyare.’’ Arif Ruşdî got: ‘’Dervey serxwebûn û referandom tu rêyekî din li pêş me tuneye. Ji bo vê jî ragehandina dewleta Kurdistanê wê dawiyê bi komkujiyên kurd, enfal û kîmyabaranan bîne.’’

Arif Ruşdî ji BasNewsê re aşkera kir, Barzanî bi temamî geheştiye baweriya ku li Iraqê hêvî û pêkvejiyan tenê diruşme ango şîare û nabe li ser Iraqa ku naha heyî tu hêvî bên ava kirin.

Basnews
Top