Geştên asmanî di navbera Hewlêr û Dîlokê de jî dest pê kirin
Piştî ku di navbera Hewlêr û Amedê de geştên asmanî dest pê kirin, duh jî di navbera Hewlêr û Entabê de geştên asmanî dest pê kirin.
Rêveberê giştî yê şîrketa Turkish Airline, Îlker Ayci ew nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û ev yek li gelê Kurdistanê pîroz kir.
Ayci di bersiva vê pirsa BasNewsê de ku gelo şer û aloziyên li Kurdistana Bakûr nabin asteng li pêşiya çalakiyên han, jî got, nexêr ew alozî ti bandorekê li ser geşekirina peywendiyên navbera her du aliyan de nakin. Di bin her şertekê de geştên asmanî dê bidomin.
Li gorî rêveberê giştî yê Turkish Airline, destpêkirina geştên asmanî di navbera Hewlêr û Dîlokê de pêngaveka din a girîng e di geşekirina peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyên BasNewsê, geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Dîlokê dê her hefte du caran (çûn û hatin) pêk were.
Basnews
