BIDLÎS – PKKê bi roketan êrîş kir
Li herêma Nazar a 25 km dûrê Hîzanê, gerîlayên PKKê di demjimêr 21:30ê şevê, di dema derbasbûna otomobîlên zirxpoş, bi roketan êrîş kirin.
Di encama pevçûnan de çawişek pispor mir û cerdewanek jî birîndarbû.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Hîzanê.
Piştî pevçûnan hêzên Artêşa Tirkiyê li herêmê operasyon dane destpêkirin.
Rudaw
