Fikrî Işik: Ji roja darbeyê heta naha 9 general û 302 leşker winda ne!
Derbarê vê yakê Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Fikrî Işik da xuyakirin, ji sedî 95 xwendekarên akademiyên leşkerî di bin kontrola cemaetê de ne û ji ber vê ev akademî û dibistan hemû hatin daxistin.
Fîkrî Işik da zanîn ku Tirkiye di rewşeke awarte re derbas dibe û pêwîst nabînin ku di 30ê tebaxê de merasîma leşkerî ya Cejna Serkeftinê bikin ku her sal dihat pêkanîn.
Wezîrê Bergiriyê herwiha diyarkir ku li gor lêkolînên wan, ji şeva derbeyê heta niha tu balefir, helîkopter yan jî keştiyên leşkerî winda nebûne lê 9 general bi giştî 311 efser û serbaz diyar nînin.
Basnews
