• Sunday, 22 February 2026
logo

NY: DAIŞê bi hezaran kes li başûrê Kerkûkê girtiye!

Gulan Media August 5, 2016 Nûçe
NY: DAIŞê bi hezaran kes li başûrê Kerkûkê girtiye!
Komîsariya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, çekdarên DAIŞê “bi hezaran” xelkê devera Hewîce ya Kerkûkê girtine û gelek ji wan jî kuştine.

Duh bi hezaran welatiyên devera Hewîce li başûrê bajarê Kerkûkê, xwestin ji destê DAIŞê birevin lê ketin kemîna çekdarên DAIŞê, tenê beşek ji wan rizgar bûn û xwe gihandin deverên ku Pêşmerge lê hene.

Li ser wê bûyerê, Komîsariya Bilind a Penaberan ya NY îro di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê bi hezaran welatiyên devera Hewîce girtine û gelek ji wan jî kuştine.

Ew kesên ku rizgar bûne dibêjin, em ji tirsa bombebaran û êrişan direvin lê DAIŞ nahêle.

Devera Hewîce ya Kerkûkê, ji havîna 2014ê ve di destê DAIŞê de ye. Xelkê wir hemû ereb in.

Basnews
Top