Serokerkanê Artêşa Amerîka: Kurd amadene dewleta serbixwe rabgehînin
Roja 9 Temûza borî, di civînek Encûmena Pîrên Amerîka de Joseph Danford di bersiva sînatorekî Amerîkî de derabrê dabeşkirina Iraqê bo 3 dewlet dibêje: “Na xêr Iraq bi tenê amadeye ku were dabeşkirin bo ser du welatên serbixwe, Kurdistan û dewleta Şîe, jiber Sunne ne amadene ku bibin dewlet.”
Joseph Danford got jî: “Niha Kurd bi hêztirîn û karîgertirîn hêze li Iraq û Sûriyê, vê dawiyê jî hêzên me ew rahênan kirin.”
Navborî dibêje jî ku ew dê bi xwe serdana Herêma Kurdistanê bike û dê ji nêzîkve li ser pêdawîstiyên Pêşmerge yên leşkerî û lojstîk ve raweste.
Doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Duhokê ragehand ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.
Basnews
