5000 Kurdên Bakur koçberî Başûrê Kurdistanê bûne
Beşek ji wan koçberan zêdetirî 20 salan e ku li Başûrê Kurdistanê ne, lê belê hêj nasnameya Iraqê bi wan nehatiye dan.
Welatiyên Bakurê Kurdistanê dibêjin, bi sedema nebûna nasnameyê zarokên wan piştî ku xwendina xwe bi dawî dikin, bawerînameyên xwe yên xwandinê li malê didanin û bo dabînkirina debera jiyana xwe wek karker kar dikin.
Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, ew kesên ku hevwelatiyên Iraqê nînin, piştî ku 10 salan li Iraqê amn, dikarin nasnameya Iraqê werbigirin, lê belê ew yek bo koçberên Bakurê Kurdistanê nehatiye kirin.
Rudaw
