Barzanî bi belê jibo azadkirina deşta Nînowa dilê Kirîstiyanan şadkir
Serokê Rêkxistina Suraya Newzad Polis ji BasNews re ragehand: “Belê ya doh 3 Tebaxê Serok Barzanî ew di boneya duyemîn salvegera kareset Şingalê de da, dilê hemû Kirîstiyanên Kurdistanê xweşkir û em hêvîdarin ku bi zûtirîn dem ew pirose destpêbike.”
Polis got jî: “Niha hejmara koçberên kirîstiyan ku hatine Herêma Kurdistanê dora 130 hezar kesin, jibilî 170 hezar kesên din ku koçberî devrin din bûne.”
Di sala 2015 de Barzanî bi xwe serperştiya Hêzên Pêşmerge kir jibo azadkirina Şingalê ji destê çekdarên DAIŞê û doh di merasîma duyemîn salvegera kareseta Şingalê Barzanî belê kirîstiyanan jî jibo azadkirina navçeyên wan.
Deşta Nînowa yek ji mezintirîn deverên ku pêkhateyên cuda yên Kurdistan û Iraqê lê dijîn, Kirîstiyan bi rêjeya 47% xelkê wê deştê ne, di 6 Tebaxa 2014 de çekdarên DAIŞê ew navçe dagîrkirin û tawanên hovane bi ser pêkhateyên cuda anîn.
Basnews
