• Sunday, 22 February 2026
logo

Hevpeymaniya Amerîka û Kurdistanê – 150 hezar pêşmerge bo şer amade ne!

Gulan Media August 4, 2016 Nûçe
Hevpeymaniya Amerîka û Kurdistanê – 150 hezar pêşmerge bo şer amade ne!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku baştirîn hevpeymana Amerîkayê di şerê dijî DAIŞê de ye, di rewşeke aborî ya xirab de dijî. Ev pirsgirêkeke mezin e. Bi taybetî di vê demê de ku Hevpeymaniya Navneteweyî bi serkirdatiya Amerîkayê mijûlî amadekariyê ye ji bo şerê herî giran, ango operasyona kontrolkirina Mûsilê. Di vê operasyona yekalîker de rola kurdan sereke ye. Lewra diviyabû şiyanên Herêma Kurdistanê pir baş bûna. Lê mixabin niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşeke darayî û aborî ya pir xirab de ye.

Çend qeyranên mezin çavkaniyên darayî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê diçikînin. Qeyrana herî diyar barê giran ê şerê DAIŞê ye. Ev 18 meh in hêzên kurdî berevaniya 600 maylî ji sînorê hevbeş bi DAIŞê re dikin. Kêşeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya mezin bi hikûmeta navendî ya Iraqê re jî heye, ku dema du salan e pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya niştimanî ya Iraqê qut kiriye.

Lêmişta koçberan jî rewş hîn alzotir kiriye. Li gor texmînan 1.8 milyon penaber li Herêma Kurdistanê hêwirîne. Vê yekê jî hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 30 bilind kiriye û guvaşeke mezin li ser jêrxana aborî û xizmetguzariyan dirust kiriye. Ji bo fêmkirina vê guşara mezin, tenê ewqas bes e ku em bînin ber çavên xwe di şev û rojekê de 90 milyon kesî berê xwe daye Amerîkayê! Wek hemû welatên xwedî petrol, dahata Herêma Kurdistanê ji ber nizmbûna nirxê petrolê bi radeyeke berçav kêm bûye.

Ev kêşe û pirsgirêk bûne sedem ku mûçeyên karmendên hikûmetê ku ji sedî 70 ji hêza kar a Herêma Kurdistanê pêk tînin, bi paş bikevin. Herwiha hikûmet neçar bû asta mûçeyên hikûmetê kêm bike. Mangirtina hêzên cuda yên kar dest pê kir, nakokiyên siyasî ber bi zêdebûnê diçin, projeyên hikûmetê rawestiyan û sektora geştûguzarê miçiqî. Lê ya ji van hemûyan xetertir kartêkirina qeyranan li ser sektora petrolê ye. Ew şîrketên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin pereyên xwe bi awayekî qutqutî werdigrin, ev bû sedem ku şîrket nikaribin di zeviyên petrolê yên din de hilberînê bikin û wan zeviyan geş bikin.

Eger em bi çavê Amerîkayê berê xwe bidin kêşe û pirsgirêkan, dilgiraniya sereke ew e ka ev qeyrana aborî wê çi kartêkirinê li ser şiyana Herêma Kurdistanê ji bo domandina şerê dijî DAIŞê bike, di demekê de ku şerê sereke ji bo kontrolkirina Mûsilê nêzîk bûye. 150 hezar pêşmergeyên Kurdistanê cîbicîkarên stratejiya serok Obama ne ji bo şikandin û têkbirina DAIŞê. Ew hêzeke xurt in ku eger piştevaniya esmanî ya Amerîkayê bi wan re be, şiyana wan heye DAIŞê bişkînin bêyî ku hinartina hêzên bejayî yên Amerîkayê pêwist be.

Hêzên Pêşmerge bêhtirî 10 hezar maylên dûca ji navçeyên ku DAIŞê destê xwe danîbû ser wan, azad kirin. Di hundirê 18 mehên borî de, bêhtirî 1600 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezarên din jî birîndar bûne. Hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê aliyên bakur, rojhilat û rojavayê Mûsilê kontrol kirine, guman tê de tine, di girtina Mûsilê de jî rola wan sereke ye. Artêşa Iraqê jî navçeyên Herêma Kurdistanê bikar tîne da amadekariyên pêwist ên operasyona girtina Mûsilê pêk bînin.

Dibe ku hîn çend meh ji bo operasyona girtina Mûsilê mabin, lê metirsiya lawazbûna hêzên Pêşmerge her ku diçe zêdetir dibe, amajeyên vê yekê jî diyar û eşkere ne. Dema hêzên Pêşmerge di meha Mijdara par de Şingal rizgar kirin, şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dabînkirina piştevaniya darayî ya beşekî sereke yê vê operasyonê nebû. Lewra pişta xwe bi piştevaniya darayî ya dewlemendên Kurd girêda da ku xerciyên xwarin û veguhastina pêşmergeyan peyda bike.

Berpirsên Kurd dibêjin Amerîka bi şêweyeke cidî li hember daxwaza kurdan a alîkariyê tevdigere. Li gor karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi vî nirxê nizim ê niha yê petrolê bi kêmanî pêwistiya wan bi 200 milyon dolaran wek alîkariyên derveyî heye daku xerciyên cenga Mûsilê pê dabîn bikin. Îdareya Koşka Spî pêşniyarnameyek nîşan da ku tê de nêzîka 50 milyon dolaran bo her mehekê daniye, lê Kurd tekeziyê li ser wê yekê dikin ku ev tibaba pereyan ji pêwistiya wan pir kêmtir e.

Diyar e danûstandineke cidî li ser vê pirsê di navbera kurdan û Koşka Spî de li holê ye. Senator John McCain û senator Lindsey Graham hewldanên xwe zêde kirine da ku di hundirê mehek an du mehên bê de alîkariya darayî ya pêwist bo peydakirina pêwistiyên leşkerî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.

Barack Obama wek serkirdê hevpeymaniya navneteweyî li dijî terorê dikare welatên endam di hevpeymaniyê de han bide ku alîkariya darayî bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Erebistana Siûdî vê dawiyê konsulê xwe yê giştî şand Herêma Kurdistanê, têkiliyên hemû welatên din ên Kendavê jî bi Hewlêrê re hene, tevî ku ev welat bi xwe jî bi destê daketina nirxê petrolê dinalin, lê dîsa jî şiyana wan heye di vê qonaxa demkî de alîkariya kurdan bikin, di demekê de ku hêzên Herêma Kurdistanê pêşengên şerê DAIŞê ne. Heman tişt ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê jî rast e ku niha bi destê qeyrana koçberan dinalin. Di dawî de jî hevpeymanên asyayî yên Amerîkayê tên ku bi rastî heta niha beşdariyeke wan a berçav di hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê de nebû.

Ji bilî van herdu bijardeyên jor, Koşka Spî dikare alîkariya Herêma Kurdistanê bike ku rêya qerzkirinê ji bankeke navneteweyî li ber veke. Eger Kurd bi xwe vê yekê bikin, ji ber nebûna dewletê aloziyeke mezin ji wan re peyda dibe, çimkî dema serkirdên hinek welatan pêşniyaza alîkariya darayî kirin, nirxê sûda wê li ber qebûlkirinê bû kelem. Ne maqûl e ew hemû yasanas û veberhênerên ku berê bi Koşka Spî re kar kirine, nikaribin rêyekê bibînin da alîkariya Herêma Kurdistanê bê kirin. Bi taybetî eger Barak Obama bi şêwira kongreyê ferman bide û diyar e ku piraniya endamên kongreyê piştgiriya kurdan dikin.

Hevdem ligel hewldanên wê bo piştgiriya Herêma Kurdistanê, divê Washington li ser du astan guşaran li ser kurdan dirust bike: Yekem, Herêma Kurdistanê han bide kêşeyên xwe yên aborî çareser bike, wek piştgirêdana temamî ya Hewlêrê bi petrolê, gendelî, ew tibaba zêde ya mûçeyên hikûmî, nebûna pirrengiya aborî. Duyem, divê Amerîka Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê han bide da ku li hev bikin û kêşeyên xwe çare bikin.

Eger Koşka Spî alîkariya kurdan bike, divê pir bilez û bi cidî bike. Di dema şer de dudilî û dilwasî bêsûd in. Dema em qala şerê DAIŞê dikin, divê em ji bîr nekin ku hêzên kurdî ne tenê ji bo xwe şer dikin û jiyana xwe ji dest didin, em zêde nabêjin eger em bêjin ew hêz şerê şaristaniyê li dijî hovîtiyê dikin. Li ser vê yekê jî ew ne tenê hêjayî spas û destxweşiya hemû cîhanê ne, lê divê piştgiriya wan jî bilez bê kirin. Bi taybetî niha ku ew ji her demeke din bêhtir hewcedarî vê alîkariyê ne.

Rudaw
Top