PKK: Em amade ne bi PDKê re muzakereyê bikin
Fermandeyên PKKê dibêjin, wan li Şingalê berxwedanek mezin kirin, heta ku serkevtin bi dest xistin.
Fermandeyê Giştî yê Hêzên PKKê li Şingalê Egîd Civiyan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, piştî rizgarkirina hemû Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê, ew wek PKKê amade ne bo çareserkirina aloziyên bi hemû aliyan re û di serî de jî Bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re gotûbêjan bikin.
Egîd Civiyan ji Rûdawê re wiha axivî:
"Ji roja destpêkê ve rêveberiya rêxistina me bi awayekê aşkera û zelal gotiye, ku çûna me bo Şingalê bo rizgarkirina Şigalê ye, axa êzdiyan a ku ketî destê DAIŞê û herwiha rizgarkirina beşek ji Başûrê Kurdistanê ye. Bo wê yekê ye ku em piştevaniya Başûr û gelê xwe bikin. Li ser vî esasî em hatine."
Civiyan derbarê derbarê dema derketina PKKê ji Şingalê de jî da xuyakirin: "Niha nîvê erkê me pêk hatiye. Ya mayî jî emê temam bikin. Mirovên destê DAIŞê em rizgar bikin. Piştî wan Tişta ku her tim PDK jî ji me dipirse, ka gelo hûn dê kengê biçin, kengê derbikevin, wê demê mirov dikare wan nîqaş bike."
Civiyan li ser pêwendiyên navbera PKKê û PDKê jî dibêje, ku hêj pira pêwendiyan bi PDKê re mane bo çareserkirina rewşa Şingalê, herwiha partiya wî amade ye bi Barzanî re jî gotûbêjan bike.
Fermandeyê Hêzên PKKê li Şingalê di berdewamiya axavtina xwe de amadebûna partiya xwe bo gotûbêjkirina pirsgirêkên hemû parçeyên Kurdistanê bi hemû hêzên Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDKê re nîşan dide.
Egîd Civiyan derbarê vê mijarê de jî wiha axivî: "Hemû pirsgirêkên Kurdistanê, Şingalê, Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê yên hemû Kurdistanê, cihên ku gelê me tê de dijîn, em wek PKKê amade ne bi hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re û di serî de bi PDKê re nîqaş bikin û berjewendiyên giştî çi be û çi ji me bê xwastin, emê bikin."
Rayedarên PKKê li Şingalê dibêjin, wan bo rizgarkirina Şingalê 220 şehîd dane.
Herwiha PDK jî dibêje, ku wan jî 500 şehîd bo rizgarkirina Şingalê dane.
Rudaw
