• Sunday, 22 February 2026
logo

CHPê piştgirî da HDPê: Pêwîst e HDP tevlî gotûbêjan bibe

Gulan Media August 4, 2016 Nûçe
CHPê piştgirî da HDPê: Pêwîst e HDP tevlî gotûbêjan bibe
Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand, ku pêwîst e Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tevlî diyalogên piştî hewla darbeya leşkerî bê kirin.

Piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Partiya Tvegera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli re civiyan.

Piştî civîna Erdogan a bi AK Partî, CHP û MHPê re hatibû ragihandin, ku xebatên bo amadekirina destûra bingehîn a nû dê dest pê bike.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim piştre derbarê bûyerê de got: “Eger HDP bixwaze, dikare beşdar bibe.”

Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Eger ku mijara me vesazkirin û jinûve avakirina welêt e û eger ku dê ev prose bi beşdarxwazî û lihevkirinê bê birêvebirin nabe ku tu partiya sêyem a parlamentoyê tune bihesibînî. Ev helwesta cudaxwazî ye. Ev helwesta cudaxwaz û tunexwaz bêyî hestên tolhildan, rikdarî û nefretê ti tiştî nade welêt.”

Partiya sereke ya opozisyona Tirkiyeyê CHP jî li dijî vê helwesta ku li hember HDPê tê nîşandan derdikeve. Li gorî CH’ê ji bo ku lihevhatina partiyan a piştî hewla kûtedayê berdewam be, divê HDP jî ji bo proseya parlamentoyê bê beşdarkirin.

Serokê Koma CHPê li Parlamentoya Tirkiyê Ozgur Ozel tekezî li ser pêwsîtiya hebûna HDPê di pêvajoya amadekirina destûra nû de kir.

Ozgur Ozel ji Rûdawê re got: “Li gorî me ev helwesta li hember HDP’ê tiştekî xelet e. Serokê me yê giştî li koşkê jî ev yeka ji serokomar re got. Piştî hewla kûtedayê HDPê jî belavoka hevpar îmze kiribû. Madem ku em bi hev re li dijî kûtedayê derketin divê HDP jî di vê dema diyalogê de hebe.”

Piştî civîna Serokomar Erdogan a ligel serokên CHPê û MHPê biryar hatibû dayîn ku komisyona destûra bingehîn a parlamentoyê ji nû ve dest bi xebatên xwe bike. Serokwezîr Bînalî Yildirim jî derbarê wê yekê de gotibû “Eger ku bixwaze HDP jî dikare beşdariyê bike.”

Rudaw
Top