Encumena Wezîran rêzê ji qurbaniyên cînosayda Şengalê digire
Roja Çarşem, di rêûresmekê de, karmendên Encumena Wezîran çend xulek bê dengî ji bo rêzgirtin ji qurbaniyên komkujiya Şengalê li ser pêyan rawestiyan.
Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyvekê de, zêdebarê şermezar kirina karesata cînosayda Şengalê, hêvî xwest bi zûtirîn dem birînên Şengalê bihên çareserkirin.
Dizeyî di peyvekê de ji bo melpera KRG ragihand Herêma Kurdistnaê hemû şiyanên xwe bi kar tine ji bo dubare avedan kirina Şengalê û deverên ku ji aliyê terorîstan hatine wêrankirin.
Peyvdarê Hikûmeta Herêmê her wiha got li ser hewlên xwe berdewam dibin, ji bo vê yekê komkujiya Êzîdiyan li ser asta navdewletî bi cînosayd bihê nasandin.
