Îranê 21 girtiyên kurd bi hev re îdam kir!
Li gorî sazî û navendên mafên mirov ên Kurdistana Rojhilat, 21 girtiyên siyasî yên kurd, ku demek dirêj bû di girtîgehê de li benda cezayê îdamê bûn, duh danê sibê hatin îdamkirin.
Tê gotin ku ew girtiyên kurd, bi hêceta ku li dijî îslamê xebat kirine û alîgir û endamên rêxistinên radîkal û selefî bûne, hatibûn girtin û fermana mirina wan hatibû dayîn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, piraniya wan kurdên ku hatine îdamkirin, xelkê bajarê Sine û deverên derdora Sine bûn.
Îranê par jî 6 girtiyên siyasî yên kurd bi heman hêcetê îdam kiribû.
Basnews
