• Sunday, 22 February 2026
logo

Kurdên Êzidî li Laleş kareseta Şingalê bibîranîn

Gulan Media August 2, 2016 Nûçe
Kurdên Êzidî li Laleş kareseta Şingalê bibîranîn
Endamê Komîteya Saxkirina Kareseta Şingalê Telal Şingalî ji perestgeha Laleş ji BasNews re ragehand: “Li Laleşê 74 şemal hatin hilgirtin wek simbolekê li ser 74 fermanên ku bi sere Kurdên Êzidî ve hatine.”

Herwiha got: “Xortên Êzidî îro bi gulan pêşwaziya keçên Êzidî yên rizgarkirî kirin û gelek haletên hevjîniyê jî ligel wan kirin.”

Telal got jî: “Ev yek nameyeke ji dijmiinên me re ku em rêzê li jinên azadkirî digrin, herwiha me divê hemû welatên cîhanê piştevaniya Kurdên Êzidî û Herêma Kurdistanê bikin jibo nasandina kareseta Êzidiyan bi Cînosayid , herwiha jibo alîkariyên ji nûve avakiria Şingalê.”

Basnews
Top