PDK-Sê bo kiryarên PYDê bang li Barzanî kir
Şaxê Efrînê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) ragihand, ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiryarên metirsîdar li dijî gelê kurd dike.
PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, ku PYDê bi girtina xort û keçên kurdan li bajarokê Raco yê Efrînê hin karan dike ku herêma Efrînê ew kar tenê di dema Osmaniyan de bi xwe ve dîtiye.
PDK-Sê da xuyakirin, ku hêzên Asayişê li Reco xwestin ciwanekî bigirin lê wî ciwanî xwest xwe bikuje û nekeve destê hêzên Asayişê, herwiha duh jî Asayişê li gundê Afrazê keçek desteser kirin û hin navê keçên din jî li cem wan hene ku dixwazin wan bigirin.
Li gorî daxuyaniya PDK-Sê, Kesûkarên ciwanên ku ji bo leşkeriya neçar ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên girtin, xwepêşandaneke nerazîbûnê li pêşiya navendeke Asayişa Raco ya Efrînê lidar xistin.
PDK-Sê bang li Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku zextan bixin ser PYDê da ku dest ji wan karên xwe berde.
PDK-Sê herwiha ji Barzanî xwastin, ku rê li pêşiya şandina Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser asta herêmî û navdewletî veke.
Rudaw
