• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama Serokwezîr ji bo 2. salvegera cînosayda Şengalê

Gulan Media August 2, 2016 Nûçe
Peyama Serokwezîr ji bo 2. salvegera cînosayda Şengalê
Li 2. salvegera cînosayda Şengalê û kes û karên me yên Êzîdî, em serî xwe li hember canê paqijê hemû şehîdên vê cînosaydê ditewînin û bi xem û kovaneka kûr vê roja reş di dîroka Kurdistanê da bi bîr tînin.

Cînosayda Şengalê û kes û karên me yên Êzîdî û xelkê din yên deverê, birîneka kûr e û zû derman nabe û çi caran jî ji bîra gelê Kurdistanê naçe. ev tawana mezin ku terorîstan dijî kes û karên me yên Êzîdî encamdan,careka din ev rastî selimand ku divê gelê Kurdistanê bigehe hemû mafên xwe û serwerya xwe bi dest bîne, ji bo vê yekê çi carên din tawan û cînosaydên wisa bi serê gelê Kurdistanê û pêkhatên wê yên neteweyî û olî nehên kirin.

Di vê bîranîna bi kovan û xemgîn de, em careka din kes û karên xwe yên Êzîdî piştrast dikin ku em hemû hewlên xwe didin û eva pêwîst be, em ji bo rizgarkrina hemû girtiyên destê terorê dikin. Her wiha em hemû şiyanên xwe ji bo avedan kirina Şengalê û rizgarkirina deverên mayî jî bi kar tînin ji bo baştir ji berê, vegerandina jiyanê ji bo deverê.

Em kes û karên xwe yên Êzîdî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e û heya dawiyê jî kar li ser vê pirsê dike ku keysa komkujya Êzîdiyan wek cînosayd bihê nasandin. Ji bo vê yekê jî komîteyeka taybet a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî sazî û aliyên navdewletî li ser hewlên xwe berdewam e û di vî warî da gavên baş hatine avêtin.

Em careka din hevsozî û hevxemya xwe tevî kes û karên xwe yên Êzîdî dubare dikin û hêvîdarim di paşerojeka nêzîk da hemû deverên vemayî jî bihên azadkirin û kes û karên me yên Êzîdî û hemû koçber û penaberên din jî bi serbilindî û serketî vegerin bo ser cih û malên xwe.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2-8-2016

Top