HPŞ: Emê xweseriya Şingalê ragihînin
Piştî derbasbûna 9 mehan bi ser kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û derxistina DAIŞê ji deverê, hêj Şingal nehatiye avedankirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di wan 9 mehan de tenê 60 malbatên Şingalî vegeriyane ser malên xwe.
Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl derbarê rewşa Şingalê de ji Rûdawê re got, çend hêzên neyasayî li Şingalê hene, ku rêgiriyê li cîbicîkirina plana Hikûmeta Herêma Kurdisanê bo avedankirina Şingalê digirin.
Mehma Xelîl got: “Hêzên wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) baregehên saziyên hikûmetê yên li Şingalê vala nakin.”
Berdevkê Hêzên Parastina Şingalê jî ku hêzeke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve ye, dibêjin, ku ew ji Şingalê dernakevin.
Berdevkê Hêzên Parastina Şingalê bi gotina wê yekê ku xwastekeka wan bo parçekirina Kurdistanê nîne, tekez kir: “Em dê wek xelkê Şingalê li wir bimînin û kengê xelkê bajêr vegriya, emê xweseriya Şingalê ragihînin.”
Rudaw
